Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Balyozê nû yê welatê Çek kir

2024-12-17T10:38:00.000000Z
Nûçe PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ

Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, piştî nîvroya roja sêşemê 17.12.2024 ê li bajarê Hewlêrê, di civînekê da bi birêz Jan Shnaidauf Balyozê nû yê welatê Çekê li Iraqê re, pîrozbahiya destbikarbûnê lê kir û hemû piştevaniya xwe û hemû aliyên peywendîdar yên Herêma Kurdistanê ji bo ku di erkê xwe da serkeftî be nîşan da.

Balyozê nû yê Çekê bi serdana xwe ya Herêma Kurdistanê kêfxweşiya xwe diyar kir û tekez kir ku, welatê wî bi girîngiyê ve temaşa têkiliyên xwe yên bi Herêma Kurdistanê re dike û ji bo vê jî ew dê lê bixebite ku, têkilî û hevkariyên hevbeş yên di navbera her du aliyan de û di hemû waran da pêşde bibe.

Têkiliyên Bexda û Hewlêrê, rewşa Iraqê û pêşhateyên herêmî bi giştî mijarên din yên civînê bîn ku, Konsulê Giştî yê Çekê li Herêma Kurdistanê tê da amade bû.