2022-10-09T12:15:42.000000Z
Îro piştî nîvro 09.10.2022ê, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Osman Dawûd El-Dawûd Konsolê Giştî yê Kuweytê yê Herêma Kurdistanê kir.
Di hevdîtinekê da Serok Nêçîrvan Barzanî bi helkefta destbikarbûna wî ya weke Konsolê Giştî yê nû yê Kuweytê li Herêma Kurdistanê pîrozbahiya Osma Dawud kir û hêviya serkeftinê jê re xwest û hemû piştevaniyên xwe ya ji bo serxistina erkê wî nîşan da.
Serok Nêçîrvan Barzanî balkişand li ser wê yekê ku Herêma Kurdistanê dixwaze peywendiyên xwe digel Kuweytê geş bike û spasiya serkirdayetiya Kuweytê jî kir ku ji bo alîkariyên mirovî pêşkêşî koçberên Herêma Kurdistanê kirine.
Ji aliyê xwe ve, Konsolê Giştî yê nû yê Kuweytê yê Herêma Kurdistanê, kêfxweşiya xwe nîşan da ku ew wekî Konsolê Giştî yê Kuweytê li Herêma Kurdistanê dest bi karê xwe dike û hêvî xwest ku bikare peywendiyên welatê xwe di hemû warên hevkariyên hevbeş da digel Herêma Kurdistanê pêşve bibe.
Pêşhatên dawî yên proseya siyasî ya Iraqê û rewşa navçeyê bi giştî mijarên din yê hevdîtinê bû û her du alî tekez li ser wê yekê kirin ku aştî û aramiya navçeyê ji bo hemû aliyan girînge.