Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Konsulê Giştî yê nû yê Filistînê kir

2025-05-07T12:10:00.000000Z
Nûçe PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ

Nîvro ya îro, çarşema 07.05.2025 rêzdar Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, li hevdîtineke ligel birêz Balyoz Mahir Elkerekî Konsulê Giştî yê nû yê Filistînê li Herêma Kurdistanê, ji bilî wê yekê ku pîrozbahiya destbikarbûnê lê kir, hemû piştgîriyeke aliyên peywendîdar yên ji bo serxistina erkê wî nîşan da. Herwiha xwesta Herêma Kurdistanê ya ji bo zêdetir pêşxistina peywendiyên bi Filistînê re, dûpat kir.

Ji aliyê xwe ve birêz Elkerekî, xweşhaliya xwe bi destbikarbûna xwe ya wekî Konsulê Giştî yê welatê xwe li Herêma Kurdistanê derbirî, herwiha balkişand li ser wê yekê ku Filistîn bi girîngiyê ve peywendiyên xwe yên bi Herêma Kurdistanê re dinêre û xwesta welatê xwe ya ji bo zêdetir bi hêzkirina peywendiyên bi Herêma Kurdistanê re li hemû waran da, dûpat kir.

Pêşhatên dawî yên navçeyê û rewşa Xezzeyê, mijarên dinên hevdîtinê bûn ku têda tekez li ser parastina mafên gelê Filistînê û çareserkirina aştiyane ya pirgirêkan û aramî û ewlehiyê kirin.