Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, îro danê sibê roja çarşemê 22.01.2025ê li bajarê Hewlêrê, pêşwaziya birêz Adrian Esselstein Konsulê Giştî yê nû yê Holandayê li Herêma Kurdistanê kir û di civînê da tevî bixêrhatin û pîrozbahiya destbikarbûnê, piştevaniya xwe û hemû aliyên peywendîdar li Herêma Kurdistanê ji bo serxistina erkên wî yên li Herêma Kurdistanê nîşan da û tekez li ser xwesteka Herêma Kurdistanê ya ji bo pêşxistina peywendiyên xwe bi Holandayê re kir.
Ji aliyê xwe ve Konsulê Giştî yê nû yê Holandayê kêfxweşiya xwe li hember destbikarbûna bi erkê xwe yê li Herêma Kurdistanê nîşan da û tekez li ser amadehî û daxwaza welatê xwe ya ji bo zêdetir pêşxistina peywendiyên bi Herêma Kurdistanê re kir. Hêvî jî xwest ku di heyama karbidestiya xwe de bikaribe têkeliyên di navbera Herêma Kurdistanê û Holandayê di hemû waran da zêdetir pêş bixe.
War û sektorên ji bo her du aliyan ku girîng bûn û rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê û pêşhatên dawî yên navçeyê di civînê da gotûbêj kirin.
Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Konsulê Giştî yê nû yê Holandayê kir
2025-01-22T08:45:00.000000Z