Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Konsulê Giştî yê nû yê Îtalyayê kir

2025-01-21T08:16:00.000000Z
Nûçe PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ

Îro danê sibê, roja sêşemê 21.01.2025 li bajarê Hewlêrê, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya birêz Thomaso Sansone Konsulê Giştî yê nû yê Îtalyayê li Herêma Kurdistanê kir û di hevdîtinê da bixêrhatina wî kir, pîrozbahiya destbikarbûnê lê kir, hêviya serkeftinê jê re xwest û piştevaniya hemû aliyên peywendîdar yên Herêma Kurdistanê ji bo serkeftina erkê wî de nîşan da.

Ji aliyê xwe ve Konsulê Giştî yê nû yê Îtalyayê kêfxweşiya xwe ji bo wergirtina erkê xwe li Herêma Kurdistanê nîşan da û tekez kir ku welatê wî girîngiyê dide peywendiyên xwe yên digel Herêma Kurdistanê û dixwaze di her warî da hevkariyên hevbeş di navbera wan da pêş bixe.

Her wiha behsa girîngtirîn warên peywendiyên Îtalyayê bi Iraq û Herêma Kurdistanê re, rewşa navçeyê û çendîn mijarên din yên xwedî berjewendiya hevbeş kirin.