Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya şandeka Fransî kir

2022-10-02T14:52:22.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, roja yekşemê 02.10.2022 li bajarê Hewlêrê, pêşwaziya birêz Christian Cambon Serokê Komîsyona Peywendiyên Derve û Berevaniyê û Hêzên Çekdaran ya li Senatoya Fransa û şandeya pê ra kir.

Di civînê de, peywendiyên Herêma Kurdistan û Iraqê digel Fransayê û çawaniya pêşxistina hevkariyên hevbeş yên di navbera wan de hatin behs kirin û pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê, metirsiyên Daîşê li Iraq û Sûriyê, rewşa siyasî û dijwariyên li pêşiya Iraqê hatin gotûbêjkirin.

Serok Nêçîrvan Barzanî li ser navê Herêma Kurdistanê, ji bo piştevaniya siyasî, leşkerî û mirovî spasiya Fransayê kir û bi taybetî behsa rola Serok Emmanuel Macron û hewlên wî yên ji bo aştî û aramiya Iraq û navçeyê bi giştî kir.

Serokê Herêma Kurdistanê hêvî xwest ku ji bo çareserkirina kêşeyên navxweyî dostên Iraqê alîkariya Herêma Kurdistan û Iraqê bikin û tekez kir ku bêyî çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr-Bexdayê, aramiya siyasî li Iraqê bi cîh nabe û çareserkirina pirsgirêkên her du aliyan bi kilîta aştî û aramiyê li Iraqê da zanîn.

Birêz Cambon, ji aliyê xwe ve, tevî tekez kirina li ser berdewamiya piştgiriya Fransayê ya ji bo Herêma Kurdistanê, silavên Serok Macron û silavên Serokê Senatoya Fransayê bi Serok Nêçîrvan Barzanî gihandin. Şandeya mêvan tekez li ser berfirehkirina peywendiyên Fransayê digel Herêma Kurdistanê, bi taybetî di warê aborî û berhemanînê da, kir. Her wisa, berheviya Fransayê ji bo alîkariya Iraq û Herêma Kurdistanê ji bo çareserkirina kêşeyên xwe û vegerandina aramiyê nîşan da.

Peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê digel dewletên cîran, çawaniya rûbirûbûna metirsiyên terorê, rewşa Êzidî û Kirîstiyan û pêkhateyên din yên li Herêma Kurdistanê û rewşa herêmê bi giştî hindek mijarên din yên civînê bûn ku, têda Konsolê Giştî yê Fransayê li Herêma Kurdistanê û Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê Fransayê amade bûn.