Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya şandeke Koleja Leşkerî ya Iraqê kir

2023-05-07T21:54:40.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ Nûçe
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, roja yekşemê 07.05.2023ê li bajarê Hewlêrê, pêşwaziya şandeke Koleja Berevaniya Nîştimanî ya ser bi Zanîngeha Berevaniyê ya ji bo xwendina bilind a leşkerî kir ku, saziyeke zanistî û meşq û rahênanê ye ser bi Wezareta Berevaniya Iraq ve ye û xwendekarên wê ji piledarên serbazî, berpirs, rawêjkar, rêvebiriyên wezaretê û ji saziyên hikûmetê pêktên û di warê parastin û rêvebirinê da bawernameyê bi dest dixin.

Di civînê da, Serok Nêçîrvan Barzanî kêfxweşiya xwe li hember serdana şandê ya Herêma Kurdistanê nîşan da û pêşdebirina peywendiyên di navbera saziyên di warê berevanî û serbazî û hemû warên din li seranserê Iraqê, bi Herêma Kurdistanê jî ve, bi girîng zanî. Her wiha bernameya xwendinê li wê zanîngehê û beş û kolêjên wê li ser prensîpên netewî û zanistî bi pêwîst û erênî nirxand.

Serok Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku piştî 20 salên azadiya Iraqê, divê sûd ji xeletiyên berê bê wergirtin û bi bernameyeke zelal û hevbeş gavên baştir ber bi paşerojê ve bavêjin û hemû pêkhateyên Iraqê bi hev ra di rêvebirin û avakirina welat da beşdar bin.

Ji aliyê xwe ve, şanda mêhvan kêfxweşiya xwe bi serdana xwe bi pêşketinên Herêma Kurdistanê nîşan da û spasiya rol, gotar û vizyona niştimanî ya Serokê Herêma Kurdistanê li ser asta Iraqê bi giştî kir.

Di civînê da, herwesa, li ser mijarên ewlekarî û leşkerî jî gotûbêj hatin kirin.