Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, roja çarşemê 11.09.2024ê li bajarê Hewlêrê, pêşwaziya birêz Edward Algren Şêwirmendê Pilebilind yê Leşkerî yê Brîtanyayê bo karûbarên Rojhilata Navîn û şandeke pê ra kir ku, ji piledarên leşkerî pêkhatibûn.
Di hevdîtinekê da rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê û pêşhatên dawî yên şerê dijî terorîstan û kiryarên DAIŞê li Iraq û Sûriyê hatin gotûbêjkirin. Her du alî li ser wê yekê hevfikir bûn ku, hê jî metirsiya DAIŞ li ser aştî û aramiya herêmî berdewame.
Her du alî tekez li ser hevkarî û hemahengiya di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê bo rûbirûbûna terorîstan kirin û behsa paşeroja erkên Hevpeymaniya Navdewletî li Iraq û Herêma Kurdistanê kirin.
Hevkarî û têkiliyên Brîtanyayê bi Iraq û Herêma Kurdistanê ra, pêşhatên dawî yên li Rojhilata Navîn û girîngiya parastina aramiya navçeyê çend mijarên din yên civînê bûn ku, Konsulê giştî yê Brîtanyayê li Herêma Kurdistanê tê da amade bû.
Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya şandeke leşkerî ya Brîtanyayê kir
2024-09-11T07:53:00.000000Z