Piştî nîvroya îro Yekşemê 28/06/2026an, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya şandeke Koma Dostaniya Kanadî-Kurdî ya li parlamena Kanadayê kir ku ji birêzan Ahmed Hussen, Serokê Komîsyona Karên Derve ya Parlamenê û Ziad Ebultayf, endamê parlamenê, pêk hatibû.
Di civînê de ku hejmarek ji endamên Konfederasyona Revenda Kurdistanî li Kanadayê amade bûn, geşepêdana peywendiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê bi Kanadayê re hatin gotûbêjkirin û tekeziyê li ser rola girîng a revenda Kurdistanî ji bo pêşxistina têkiliyên Herêma Kurdistanê bi Kanadayê re hat kirin.
Ji aliyê xwe ve, şanda mêvan pesnê rewşa pêkvejiyana aştiyane ya pêkhateyan û girîngiya parastina aramiyê li Herêma Kurdistanê kir, herwiha piştgiriya Kanadayê ji bo gelê Kurdistanê dubare kirin.
Rûdanên dawî yên rewşa siyasî û ewlehî ya navçeyê, mijareke din a civînê bû.