Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Serok Erkanê Brîtanyayê kir

2024-12-12T09:00:00.000000Z
Nûçe PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ

Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, roja pêncşemê 12.12.2024 ê li bajarê Hewlêrê, bi Admiral Sir Anthony Radakin Serok Erkanê Brîtanyayê û şandeyeke bi asta bilind ya leşkerî û dîplomatîk re civiya.

Di civînê da ku, birêz Şêx Cefer Şêx Mistefa Cîgirê Serok, Wezîrê Karûbarên Pêşmerge, Serok Erkanê Pêşmerge û Balyozê Brîtanyayê li Iraqê amade bûn, rewşa niha ya Iraq û Herêma Kurdistanê, pêşhatên lezgîn yê li navçeyê diqewimin, bi taybetî li Sûriyê û erkê hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAÎŞ ê gotûbêj kirin.

Serok Nêçîrvan Barzanî berdewamiya rol û piştevaniya Brîtanya li Iraq û Herêma Kurdistanê bilind nirxand û spasiya hêzên Brîtanya jî kir ku di proseya çaksaziyê de li Wezareta Pêşmerge û yekxistina Pêşmerge da alîkariya Herêma Kurdistanê kirine.

Birêz Admiral Radakin pêdagirbûna welatê xwe bi zêdetir piştgirî û bihêzkirina hevkariyên hevbeş bi Iraq û Herêma Kurdistanê re dûpat kir û ji bo misogerkirina serkeftina di şerê li dijî metirsiya terorê û parastina aramiya li navçeyê de, tekez li ser berdewamiya hevkarî û hevahengiyê kir.

Çend mijarên din yên germ û rojevê da, di civînê da hatin behs kirin.