Îro Çarşem 18/11/2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, di hevdîtinekê de ligel Şêx Cemal Elzarî, Emîndarê Giştî yê Projeya Niştimanî ya Iraqî, rewşa siyasî ya Iraqê û pêşhatên dawî yên navxweyî yên welat gotûbêj kirin.
Herdu aliyan tekez li ser girîngiya bihêzkirina hevkarî û hevahengiya di navbera hemû alî û hêzên siyasî yên Iraqê de ji bo rûbirûbûna zehmetiyên niha û xebata hevbeş kirin, bi awayekî ku xizmetê ji ewlehî û aramiya Iraqê û berjewendiya welat re bike.
Pêşhatên dawî yên herêmê mijareke din a hevdîtinê bû. Tê de herdu aliyan dubare kirin ku pêwîst e Iraq ji pevçûn û aloziyên herêmî dûr bê girtin û ewlehî û aramiya wê bê parastin.