Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya xanima Plaschardt kir

2023-12-16T11:56:32.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ Nûçe
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, di civînekê da digel Jeanine Plaschardt Nûnera Taybet ya Sekreterê Giştî yê NY li Iraqê rewşa siyasî û emnî ya Iraqê, hilbijartinên encumenên parêzgehan û peywendiyan Hewlêr û Bexdayê gotûbêj kirin.

Her du alî li ser girîngiya birêveçûn û serkeftina proseya dengdanê ji bo hilbijartinên encumenên parêzgehên Iraqê hevdeng bûn û tekezî li ser girîngiya parastina ewlehiyê ji bo ku prose di jîngeheke aram û seqamgîr da birêve biçe, bi taybetî li deverên maddeya 140ê da kir.

Di derbarê peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê da, her du aliyan hewldan û rola Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî bi erênî nirxand û hêvî xwest ku pêwendiyên Hikûmeta Federal ya Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê di qonaxên bên da zêdetir pêşda herin û bi têgihiştinê û li ser esasê destûrê pirsgirêkên xwe çareser bikin.

Pêşhatên dawî yên rewşa aloza Rojhilata Navîn û encamên wê di hevdîtinê da hatin nirxandin.