Piştî nîvroya îro Pêncşem 26.11.2026an, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, di hevdîtinekê de bi birêz Nîcolo Fontana, Balyozê Îtalyayê li Iraqê re, peywendiyên Îtalyayê bi Iraq û Herêma Kurdistanê re, rewşa niha ya Iraqê, bi taybetî peywendiyên Hewlêr - Bexda û biryarên hikûmeta federal ya di derbarê Herêma Kurdistanê de gotûbêj kirin.
Her du aliyan bal kişandin li ser girîngiya pêşxistina peywendiyên Îtalyayê bi Iraq û Herêma Kurdistanê re û berfirehkirina hevkariya hevbeş a wan warên cihêreng de, her wiha tekez li ser çareserkirina pirsgirêk û nakokiyên Hewlêr - Bexda bi diyalog û lihevhatina li ser bingeha destûrê kirin.
Rewşa herêmê û dawîn pêşhatên wê, aliyekî din ê hevdîtinê bûn ku birêz Tommaso Sansone, Konsulê Giştî yê Îtalyayê li Herêma Kurdistanê, amade bû. Di vî warî de tekez li ser girîngiya parastina ewlehî û aramiyê li herêmê û çareserkirina aştiyane ya pirsgirêkan kirin.