Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziyê li birêz Elî Babacan kir

2026-11-10T11:34:00.000000Z
Nûçe PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ

Nîvroya îro Sêşem 10/11/2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, di hevdîtinekê de li Hewlêrê li gel birêz Elî Babacan, Serokê Partiya Demokrasî û Pêşketina Tirkiyeyê û şandeke pê re, têkiliyên Tirkiyeyê li gel Iraq û Herêma Kurdistanê, pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê û dawî pêşhatên navçeyê gotûbêj kir.

Her du alî hev raman bûn ku pêvajoya aştiyê derfeteke girîng e û divê bê bidestxistin û ji bo serxistina wê, piştgirî lê bê kirin, her wiha wan tekez kir ku serkeftina aştiyê ji bo bihêzkirina ewlehî û aramiyê li Tirkiyeyê û navçeyê bi giştî, girîng e.

Di vî derbarî de birêz Babacan spas û rûmeta xwe ji bo birêz Serokê Herêma Kurdistanê dubare kir ji bo piştgirî û wan alîkariyên ku bi navê serxistina pêvajoyê pêşkêş dike.

Dawî pêşhatên navçeyê, mijareke din a hevdîtinê bû. Tê de her du aliyan tekez li ser girîngiya gotûbêj û çareyên aştiyane û dîplomatîk ji bo çareserkirina pirsgirêk û nakokiyan kirin.

Çend pirsên din ên cihê girîngiya hevbeş bûn, mijareke din a hevdîtinê bû ku birêz Konsolosê Giştî yê Tirkiyeyê li Hewlêrê jî di hevdîtinê de amade bû.