Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî Pîrozbahiyê li Cîgirê Duyem ê Serokê Encûmena Nûneran Kir

2025-12-30T16:11:00.000000Z
Nûçe Peyamên pîrozkirinê

Bi boneya hilbijartina Cîgirê Duyem ê Serokê Encûmena Nûneran a Iraqê ya federal, bi germî pîrozbahiyê li birêz Ferhad Etrûşî dikim û hêviya serkeftinê jê re dixwazim.

Hêvîdar in cenabê wî bi awayekî herî baş rol û erka xwe di Desteya Serokayetiya Encûmenê û birêveçûna pêvajoya yasadanînê de bibîne, bi awayekî ku di xizmeta hemû pêkhatên Iraqê de be.

Em çaverê ne ku hebûna cenabê wî di wê postê de, bibe hander û teşwîqek ji bo xurtkirina ruhê hevkariyê û bihevre karkirina di navbera fraksiyonên cuda de û ji bo serxistina karê parlamenteriyê.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
30.12.2025