2024-12-19T18:49:00.000000Z
Ez cejna Rojî yên Êzî li rêzdaran Mîr û Civata Rûhanî û tevahiya xûşk û birayên me yên Êzdî li Kurdistan, Iraqê û li her cihekê lê bin, bi germî pîroz dikim. Cejneka xweş û bêhnvedaneka aram û tena ji hemûyan ra dxwazim.
Em xûşk û birayên xwe yên Êzdî piştrast dikin ku, Kurdistan dê her welatê pêkvejiyanê ji bo hemû pêkhateyan bimîne û dê her piştevan û parêzvanên maf û daxwazên wan yên rewa bin. Herwesa em dê harîkar bin ji bo baştir kirina rewşa jiyana wan û avadan kirina deverên wan.
Cejn li hemûyan pîroz be, her sal bi xêr û xweşî be.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
19.12.2024