
Bi helkeftina 1ê Gulanê, Cejna Cîhanî ya Karkeran, germtirîn pîrozbahiyê li hemû karkerên Kurdistanê, Îraqê û cîhanê û rêxistinên wan dikim. Ked û xebat û westiyana wan ya ji bo avakirin û nûjenkirinê û beşdariya wan a çalak û bingehîn ya pêşxistin û geşbûna welat, bilind dinirxînim.
Em dîsa piştgiriya xwe ya ji bo hemû mafên karkeran û daxwazên wan ên rewa li Herêma Kurdistanê dubare dikin, herwiha pêwîstiya misogerkirina jîngeheke kar a bi ewle û pêkanîna dadmendiyê di derfetên kar de û rêkxistina têkiliyên navbera karkeran û xwediyên kar li ser bingehekê tekez dikin ku rûmeta karkeran biparêze û debar û jiyana wan garantî bike.
Her di vê helkeftê de, em bi rêzdarî hemû wan karkeran bi bîr tînin ên ku di dema kar de jiyana xwe ji dest dane û silavan li malbat û kesûkarên wan dikin. Em tekez dikin ku aliyên têkildar divê çavdêriya malbatên wan bikin û çi piştevanî û alîkariya pêwîst e, ji wan re bête kirin.
Hêviya bêhnvedaneke aram û tena ji hemû karkeran re û serkeftina hewl û tekoşîna wan ya ji bo misogerkirina mafên wan dixwazim.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
1ê Gulana 2025