
Îro bi helkefta dengdan û pejirandina Encumena Nûnerên Iraqê ya li ser bi parêzgehbûna bajarê Helebçe, bi germî pîrozbahiyê li xelkê Helebçe û tevahiya Herêma Kurdistanê dikim. Spas û rûmet û destxweşiyê pêşkêşî Encumena Nûnerên Iraqê û hemû aliyek li Herêma Kurdistanê û Iraqê dikim ku li vê proseya dirêj da hevkar û yarmetîderê me bûn. Eve ji bilî wê yekê ku gelek xweşhaliya me û tevahiya gelê Kurdistanê ye.
Ji bo xizmet kirina baştir li xelkê Helebçe, me her zû li Herêma Kurdistanê proseya bi parêzgeh kirina Helebçeyê destpêkir, temambûna îro ya rêkarên wê li Iraqê û bi fermî nasandina wê ya wekî parêzgeh, kêmtirîn padaşta qurbanî û êş û azarên Helebçe û xelkê wê yê têkoşere. Hêvîdarîn bibê sedema baştirbûna jiyan û debar û geşbûn û pêşketina Helebçe li hemû waran da. Erkê me hemû aliyeke bi bê kêmasî kirin, gelek xizmeta Helebçeyê bikin.
Her li vê helkeftê de bi rêz û rûmetê ve şehîdên Helebçe û tevahiya Kurdistanê bi bîr tînîn û rêz û silav ji bo giyan wan yê pak re dişînin.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
14.04.2025