Ji dil û bi germî pîrozbahiyê li Yaneya Dihokê ya xweşdivî dikim ji bo serkeftina wê ya îro ku ji bo cara yekê, bû qehremana Şampiyonaya Kendavê. Wan bi vê serkeftinê û vê yariya xweşik û bihêz, dilê me hemiya li Kurdistanê û seranserê Iraqê şad kir. Em hemî şanaziyê bi yaneya Dihokê û vê serkeftinê dikîn. 
Yek bi yek destxweşiyê li hemî yarîzan û berpirsiyarên Yaneya Dihokê dikim ku cihê spasî û rûmet û şanaziya Kurdistanê û hemî Iraqê ne. Hêviya gelek serkeftin û bi destxistina gelek şampiyonên din ji bo wan dixwazim. 
Her bijîn, her hebin, her serkeftî bin. 
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
15.04.2025