Bi boneya 64emîn salvegera damezrandina Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê, germtirîn pîrozbahiyan li Sekreteriya Yekîtiya Mamostayan û li tevahiya mamostayên hêja yên Kurdistanê dikim. Di pêkanîna peyama wan a pîroz de, ji wan re serkeftin û berdewamiyê dixwazim.
Di vê bîranînê de, bi rêz û rûmeteke mezin li rola dîrokî û neteweyî ya mamostayan dinêrim. Mamostayên Kurdistanê her tim îspat kirine ku ew ne tenê mamoste ne, lê belê perwerdekarên dilsoz û pêşengên parastina nasname, ziman û nirxên bilind ên gelê me ne. Di dema şoreş û têkoşînê de bûn eniya hişyariyê û di rojên dijwar ên piştî azadiyê de jî, bi dilsozî û bîhnfirehî, wan nehişt ku pêvajoya perwerde û fêrkirinê raweste.
Mamoste stûnên sereke yên her guhertin û pêşketineke civakê ne. Pêşxistina şiyanên mamostayan, veberhênaneke rastîn e di paşeroja nifşên me de. Ji ber vê yekê careke din tekez li ser hemî piştgiriya xwe ji bo daxwazên wan ên rewa û dabînkirina jiyan û debareke hêja ji mamostayan re dikim ku li gorî erk û helwest û keda wan de be.
Destxweşiyê li Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê dikim ku di dîroka xwe de her tim sîwanek bûye ji bo kombûna mamostayan û parastina mafên wan. Silav û rêz ji bo giyanê pak ê wan mamostayan ên ku temenê xwe di ber perwerde û azadiya Kurdistanê de dan.
Salvegera damezrandina Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê li hemîyan pîroz be.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
15.05.2026