Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî: Rêzgirtin li her zana û dahênerekî me rêzgirtine li nasname û dîroka gelê me

2023-01-23T19:32:33.000000Z
Nûçe Gotar
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, roja duşemê 23.01.2023ê li bajarê Hewlêrê, beşdarî di merasima rêzgirtina ji zanayê Kurd Dr. Feryad Fazil Omer ku, ji aliyê Akademiya Kurdî, Zanîngeha Selahedîn û Parêzgariya Hewlêrê ve hatibû organîzekiririn, kir.

Di wê merasimê de ku hejmareke wezîr, berpirs, akademîsyen û rewşenbîrên Herêma Kurdistanê amade bûn, Serok Nêçîrvan Barzanî gotarek pêşkêş kir.

Amedebûyên hêja
Rojbaş.
Hemû alî bi xêr bên

Ez Kêfxweş im ku îro beşdariyê di merasîma rêzgirtina ji zanayekî navdar yê gelê me yê ku xizmeteke mezin ji ziman, wêje û dîroka Kurdî re kiriye, dibim. Ez spasiya amadekarên vê merasimê dikim.

Rêzgirtin ji şiyan, jêhatîbûn û berhemên her zanyar û dahênerekî me, rêzgirtine li nasname û dîroka gelê me, Wefadariye ji bo wê ked û têkoşîna mirovên dilsoz û ezîz e ku, di her warî û di her cihê ku lê bin, pêşkêşî gel û welatê xwe kirine.

Bi vê minasebetê, ez pîrozbahiyê li zanîngeha Selahedîn dikim ku ji ber xizmetên wî, doktoraya fexrî bi Dr. Feryad Fazil bexşiye.

Amadebûyên hêja..

Dr. Feryad yek ji wan navên navdar e ku bi dilsozî bi awayekî ber bi çav xizmeta gel û welatê xwe kiriye. Zêdetirî nîv sedsalê ye ku wî bi helbest, gotar, lêkolînên zanistî û akademîk, wanegotin, werger û projeyên çandî berdewam bûye li ser parastin û xizmetkirina ziman, çand û dîroka gelê me.

Hêşta ew xwendekarê zanîngehê bû, dema parastin û xizmetkirina ziman, çand û dîroka Kurdistanê ji xwe re kir armanca sereke û bi berdewamî di vî warî de xebitiye. Piştî qedandina xwendina xwe ya bilind û wergirtina doktoraya xwe li Almanyayê, tevî rola wî ya akademî û dehan sal mamosteyî, li Berlînê li zanîngeha Azad, Enstîtuya Kurdolojiyê damezrand, ku ev zêdetirî 33 sal in xizmeta ziman, wêje û dîroka me dike.

Dr. Feryad ji bilî pêşkeşkirina 44 pirtûkan bo pirtûkxaneya Kurdî, herwiha, di rêya wergerê da jî bûye pireke bihêz ya pêwendiyan ji bo danasîna ramanên neteweya me bi cîhana derve û bi taybetî civaka Rojava. Ev ji bilî danana Ferhenga Kurdî ya Akademîk a bi Kurdî û Soranî, Ferhenga Kurdî-Almanî û Rêzimana Kurdî ya bi Almanî û gelek berhemên din ên girîng ên zimannasiyê.

Her wiha şakara Ehmedî Xanî, Mem û Zîn, Dîwana Nalî, helbestên Goran û helbestên Şêx Nûrî Şêx Salih wergerandine Almanî û Îngilîzî ji kar û berhemên giranbiha yên Doktor Feryad in ji bo nasandina edebiyata bilind û zimanê me yê zîndî. ji bo nasandina wêneyê rasteqîne yê gelê Kurdistanê bi hiş û wicdanê gelên cîhanê. Nateweyek ku xwedî zimanekî zindî, edebiyateke bilind, xwedî ferhengek zengîn bi nirxên ciwan û însanî.

Careka din pîrozbahî li Dr. Feryad dikim ku, ji ber hemû xizmetên wî yên di warê akademî, ziman, wêje û çanda Kurdî de, dawiya sala borî, bi xelata Jêhatiyê ya Serokomarê Almanyayê hat xelat kirin. Her wiha pîrozbahiyê li birêz Nîhad Qoçe û birêz Selah Ehmed dikim ku berê heman xelat wergirtine, ji ber xizmetên wan ên di warê mirovahî û dostaniyê de.

Birêzan Wêneyê Kurdan û xelkê Kurdistanê berê bi tenê bi rêya Rojhilatnas û Kurdologên biyanî derbasî nav miletên din bûye. Di baştirîn halet da jî, wêneyê şervanekî aza, pê bexşîne ku ev jî derheq bi nasnama me û derheq bi dîroka me wêneyekî nekamil e.
Ji ber vê yekê jî, girînge ku ew wêneyên berê ji hişê cîhana derve werin jêbirin, da ku ew bi veguhestina raman, wêje û çanda me ra wêneya me ya rastîn bibînin. Divê cîhana derve hizir û bîrên Kurdî bibîne û bixwîne, ev jî erka zana, akademîsyen û rewşenbîrên gelê me ye. Ji bo vî karî girîng e ku hem li navxwe û hem jî li derveyî welat saziyên çalak hebin ku ji kesên bi îmkan, jêhatî û xwedî tecrube pêk bên.

Birêzan...
Îro em di serdemeke wisa da dijîn ku tu çek bi qasî zanist û zanînê ji bo mayîn, parastin û bihêzbûna me bi bandortir nîne. Man û pêşkeftina her neteweyek li cîhanê girêdayî asta berhemanîn û şiyana nûjen a zarokên wan di hemû warên siyasî, aborî, civakî û çandî, bi rêbazên zanistî û modern, daye. Ji ber vê yekê zanyar, dahêner, xwedî şiyan û mirovên afirêner dewlemendiyek girîng a milet û welatê me ne.

Divê sîstema perwerde û xwendinê li Kurdistanê di hemû qonaxên xwe da, ji baxçeyê zarokan heta zanîngehê, divê di astekê da be ku bersivdana pêdawîstî û arîşeyên vê serdemê be û deriyê raman, hizir û afirandinê ji xwendekaran ra veke.

Ziman stûna sereke ya nasnameya neteweyan e û divê em bi vê perspektîfê lê binêrin û girîngiyê pê bidin. Divê zanist jî weke nirxekî girîng bê dîtin. Perwerde ne tenê ji bo bidestxistina bawernameyê be, lê divê ji bo bidestxistina zanist û zanînê û ji bo pêşketin û geşepêdana civakê be.

Di nav Kurdistaniyên li derveyî welat û li Kurdistanê jî da, di gelek waran da, şiyan û şarezayên me hene û hemû bi hev ra jî samaneke girîng a vî gelî û vî welatî ne, ku divê em rêzê li wan bigrin û bi cidî li ser van mijaran bixebitin. Her yek ji wan dikare bibe balyozê bîr û kultura gelê xwe, ji bo danasîna wêne û nasnameya rast a gelê xwe, bi metodên zanistî û zimanê nûjen, ku hêzeke nerm e û di cîhana îro de xwedî bandoreke mezin e.

Çanda Kurdî dewlemend e û xwedî gelek nav û berhemên mezin e ku ne tenê ji Kurdan ra, lê ji bo neteweyên din û ji tevahiya mirovahiyê ra xizmet kiriye û dikin. Divê ew nirxên ciwan ku di nav ferhenga me da hene; bihevrejiyan, hevpejirandin, tolerans, aşitîxwazî, jiyandostî, dûre û gewherên nav huner, edebiyat û wêjeya kûr û dewlemend a Kurdî da divê ji bo dîtin û xwendinê ji aliyê gelên cîhanê ve bin mijar, daku zelaltir resenatiya ferhenga me, zîndiya ziman û dîroka me, bilindiya wêje û hunera me, taybetmendiyên nasname û kesayetiya me ya netewî bibînin û rêzê lê bigrin.

Di dawiyê da, careka din, destxweşiyê li amadekarên vê merasimê dikim. destxweşiyê li Akademiya Kurdî, Zanîngeha Selahedîn û Parêzgariya Hewlêrê dikim ku keda wan di amadekirina vê merasimê da û destpêşxeriya wan ya ji bo xelatkirina Dr. Feryad. Em spasiya wan dikin.

Di vê derfetê da dixwazim bibêjim ku em dixwazin, li Serokatiya Herêma Kurdistanê, zana, nivîskar, ronakbîr, hunermend û behremedarên Kurdistanê, di her warî da, çi li welat û çi li derveyî welat bin, rêzê lê bigrin û xelat bikin, ku bikîn kultûr û rêz û hurmetê ji dahênan û berhemên wan ra bigrîn, piştevaniya wan bikîn û di warê çapkirin, weşandin û wergêranan berhemên wan da alîkar bin.

Hêviya temenek dirêj, saxlemî, berdewamî û serkeftinê ji bo Dr. Feryad Fazil Omer dixwazim. Rojeke xweş jî bi we hemûyan yên birêz dixwazim. Gelek bi xêr bên.

Gelek spas dikim..