Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan piştî civîn û hevdîtinên xwe, yên îro roja pêncşemê 12.09.2024ê, di daxuyaniyeke rojnamevanî da behsa naveroka civîna xwe û rewşa navçeyê û çendîn mijarên hevbeş kirin.
Destpêkê birêz Mesûd Pizîşkiyan di daxuyaniya rojnamevanî da got: “Pêngava yekem ew e ku em spasiya birayên me yên li vir, Serokê Herêma Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî, rêberê vê herêmê bikin, ji bo peywendiyên wan û mêvanperweriya wan. Nêrîna wan ew e ku me bi hev re xwîn daye, ev jî cuda ye ji wê yekê ku mirov bi awayekî din li mijaran binêre.”
Di berdewamiya daxuyaniya xwe da Pizîşkiyan got: “Ev rastiyeke ku Îran û ev herêm di piraniya bûyerên ku bûne sedema şer û aloziyan da bi hev ra û li kêleka hev bûne û bi hev ra hewl dane pirsgirêkan çareser bikin. Niha jî her heman dîtin maye. Divê em di dema ku aştî û aramî heye, em hewl bidin li gor ku pêwîst be sud ji wê dîrokê werbigrin di warê çand, aborî, siyasî û ewlehiyê da em dikarin alîkariya hev bikin û bingehê geşbikin û xurtkirina têkiliyan amade bikin.”
Serif Barzanî got: "Serdana Serokomarê Îranê dîrokî bû, em dixwazin di hemû waran da peywendiyên xwe baştir bikin."
Serok Nêçîrvan Barzanî di berdewamiya daxuyaniyê da got: “Dixwazim bibêjim ku em li Herêma Kurdistanê, xelkê Herêma Kurdistanê, Hikûmet û berpirsên Herêma Kurdistanê û hemû oldarên ku îro li vir kom bûne, kêfxweşin ku Serokomarê Îranê, di çarçoveya serdana xwe ya Iraqê da, serdana Kurdistanê kir. Her çawa be me digel Îranê têkiliyeke dîrokî heye û di warên dîrok, çand û ziman da gelek tiştên hevbeş me hene.”
Serok Nêçîrvan Barzanî balkişand li ser wê yekê: “Hatina birêz Pizîşkiyan wekî yekem Serokomarê Komara Îslamiya Îranê ya Hewlêrê ji bo me bi her awayî dîrokî ye. Di civînên bi Serokomarê ra pêşxistina têkiliyan û bi taybetî pirsa ewlehiyê me gotûbêj kir. Serokomar û me jî tekîd li ser wê yekê kir ku, axa Herêma Kurdistanê nabe bi tu awayî li dijî Komara Îslamiya Îranê bê bikaranîn”
Serok Nêçîrvan Barzanî di berdewamiya axaftina xwe da got: “Belê hinek pirsgirêk hene, lê emê wek yek tîm van pirsgirêkan çareser bikin, Herêma Kurdistanê amade ye di hemû astan da peywendiyên xwe digel Komara Îslamiya Îranê pêşde bibin.”
Di dawiya axaftinên xwe da Serokomar Pizîşkiyan bi Kurdî got: “Ez silav û xêrhatina xwe pêşkêşî civatê dikim û bi îzna Xwedê em hatine vir ji bo bihêztirkirina peywendiyên digel Hewlêr, Kurdistan û Iraqê û hemû kêşeyên ku heta niha hebûne, bi îzna Xwedê emê ji holê rakin. sax bimînin.”