Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî seredana Bexdayê dike

2026-05-04T06:49:00.000000Z
Nûçe

Îro Duşemê 2026/5/4, birêz Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, bi serdaneke du rojî ber bi Bexdayê ve bi rê dikeve.

Di serdana xwe de, dê zincîreyek civînan bi serok û berpirsên bilind ên Iraqê re pêk bîne. Di civînan de pêvajoya siyasî, avakirina hikûmeta nû ya federal a Iraqê, peywendiyên Hewlêr û Bexdayê û çendîn mijarên din dê bêne gotûbêjkirin.