Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî serpereştiya civîna Hevpeymanan û Wezareta Pêşmerge dike

2023-04-18T15:05:16.000000Z
Hêzên Çekdar Nûçe
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, roja duşemê 17.04.2023ê, serpereştiya civîneke berfireh ya di navbera şandeke bala ya hêzên hevpeyman bi serokatiya General Matthew McFarlane Fermandarê Hevbeş yê Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyê, Wezareta Pêşmerge û dezgehên peywendîdar yên Herêma Kurdistanê da kir.

Di civînê da ku, Konsulê Giştî yê Amerîkayê yê Herêma Kurdistanê jî tê da amade bû, behsa birêkxistinîkirin û çaksaziya di na hêzên Pêşmerge da hat kirin û qonaxên cîbicîkirina wê planê ya ku, di çarçoveya rêkeftina di navbera Wezareta Pêşmerge û Wezareta Bergiriyê ya Amerîkayê da hatin nirxandin. Her wiha behsa astengî û pirsgirêkên li pêşiya proseya yekxistina Pêşmerge û birêxistinkirina wan bi şêweyekî modern di çarçoveya Wezareta Pêşmerge de hat kirin.

Ji aliyê xwe ve, Serok Nêçîrvan Barzanî alîkariya berdewam ya Hevpeymanan ji bo Pêşmerge di qonax û warên cuda da bilind nirxand û tekez li ser bilezkirina pêngavên birêkxistinîkirina Pêşmerge û rakirina astengên li pêşiya vê proseyê kir û amadebûna xwe ji bo her alîkarî û piştevaniyê di vê çarçoveyê da nîşan da.

General McFarlane tekezî li ser berdewamiya piştevanî û alîkariyên Hevpeymanan ji bo Pêşmerge di warên cuda da û cîbicîkirina pêngavên birêxistinkirina Pêşmerge di çarçoveya Wezareta Pêşmerge da kir bi awayekî ku Herêma Kurdistanê bibe xwediyê hêzeke niştimanî ya yekgirtî.