Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî spasiya Almanya yê kir

2025-01-23T07:43:00.000000Z
Nûçe PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ

Îro pênçşem danê sibê 23.01.2025 ê li bajarê Hewlêrê, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya birêz Dr. Tobias Lindner, Wezîrê Dewletê ya li Wezareta Derve ya Almanya yê û Kordînatorê taybet ê Wezareta Derve ya Almanya yê karûbarên Sûriyê û şandeke pê re kir.

Di civînê da pêşdebirina peywendiyên Almanya yê bi Iraq û Herêma Kurdistanê re, peywendiyên Hewlêr û Bexdayê, hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê û rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê, guhertinên Sûriyê û pêşhatên dawî yên Rojhilata Navîn hatin gotûbêj kirin.

Serok Nêçîrvan Barzanî spasî hevkarî û palpiştiya berdewam ya Almanya ya ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê di warên leşkerî, siyasî û mirovî da kir û tekez li ser xwesteka Herêma Kurdistanê ya ji bo berfirehkirina hevkariyên hevbeş, di hemû waran da, bi Almanya yê re kir.

Ji aliyê xwe ve, birêz Lindner kêfxweşiya xwe ya li hember proseya dengdana ji bo hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê û beşdariya zêde ya welatiyan di hilbijartinan da nîşan da û her wiha hewlên pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi Serok Nêçîrvan Barzanî re danûstandina bîr û ramanan kirin.

Di derbarê rewşa herêmî da jî, her du aliyan tekez li ser girîngiya parastina aramî û ewlehiyê û hevkariya hemû aliyan ya ji bo dûrxistina deverê ji aloziyên zêdetir kirin.