
Di çarçoveya bernameya karê xwe yê di çarçoveya Konferansa Ewlekarî ya Munchenê da, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê îro danê sibê 14.02.2025ê bi birêz Boris Pistorius, Wezîrê Berevaniyê Almanyayê re civiya û di hevdîtinê da behsa peywendiyên Almanya bi Iraq û Herêma Kurdistanê û peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê kirin û di derbarê metirsiyên DAIŞê û pêşhatên navçeyê bi taybetî li Sûriyê da danustandina bîr û ramanan kirin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêzanînên Herêma Kurdistanê yên ji bo alîkarî û piştevaniya Almanyayê ya ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê nîşan da û tekez li ser girîngî û pêwîstiya Herêma Kurdistanê bi berdewamiya vê alîkariyê kir.
Wezîrê Berevaniyê Almanyayê, ji aliyê xwe ve, pêdagirbûna Almanyayê bi piştevaniya Herêma Kurdistanê re dûbare kir û bihêzkirina hevkariyên hevbeş yên Almanya bi Iraq û Herêma Kurdistanê re ji bo rûbirûbûna terorê bi pêwîst zanî.