Her li Konferansa Asayîşê ya Mûnîhê de, nîvroya îro Şemî 14.02.2026 rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, di hevdîtinekê de digel birêz Dr. Niels Schmid, Wezîrê Dewletê ji bo Karûbarên Berevaniyê li Wezareta Berevaniya Federal a Almanyayê, peywendiyên Almanyayê digel Iraq û Herêma Kurdistanê û pêşxistina hevkariya wan a hevbeş gotûbêj kirin.
Serok Nêçîrvan Barzanî spasî û rûmeta Herêma Kurdistanê ji bo piştgiriya berdewam a Almanyayê di hemû waran de dûpat kir. Ji aliyê xwe, Dr. Schmid tekez li ser wê yekê kir ku welatê wî dê di piştgiriya Iraq û Herêma Kurdistanê de ji bo parastina aramî û ewlehiyê de berdewam be.
Pêşhatên dawî yên ewlehiya li herêmê û metirsiyên terorê, mijareke din a civînê bû.