
Nîvro ya îro yekşem 23.02.2025 rêzdar Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, ji bo dawî hatina erkên wî, pêşwaziya birêz Stephen Hitchen Balyozê Brîtanya li Iraqê kir.
Li hevdîtinê de Serok Nêçîrvan Barzanî rûmeta xwe ya ji bo hewlên Balyozê Brîtanya ya li bihêzkirina peywendiyên Brîtanya bi Iraq û Herêma Kurdistanê re nîşanda. Her wiha pesnê rola rêzdar ya li bihêzkirina hevkariyên hevbeş, ya di hemû waran da kir û hêviya serkeftinê li erkê wî yê nû de xwest.
Ji aliyê xwe ve rêzdar Balyozê Brîtanya spas û rûmetên xwe ji bo hevkariya hikûmet û gelê Herêma Kurdistanê nîşanda. Her wiha tekez li ser berdewamiya piştgîriya welatê xwe ya ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê ya li hemû waran da kir.
Peywendiyên Brîtanya bi Iraq û Herêma Kurdistanê re û çend babeteke din ya cihê girîngiya hevbeş bûn, mijarên dinên vê hevdîtinê bûn ku rêzdar Konsulê Giştî yê Brîtanya li Herêma Kurdistanê jî têda amade bû.