Berî nivroya îro sêşema 09.12.2025 rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziyê li tîma Dezgeha Rewange kir.
Di hevdîtinê de, kurteyeke derbarê kar û çalakiyên Dezgeha Rewange û plan û bernameyên wan bo paşerojê, hate pêşkêşkirin. Di vê derbarê de, behsa wan bajaran hat kirin ku tê de xizmetê dikin, wekî beşên xêrxwaziyê, alîkariya lêqewimî û qurbaniyan, bihêzkirina şiyanên ciwanan, lêkolîn, xwendin û perwerde, çand, peydakirina derfetên kar, parastina jîngehê, tenduristî û gelek beşên din li seranserê Herêma Kurdistanê û Iraqê.
Serok Nêçîrvan Barzanî, ligel destxweşiyê; pesnê kar û xizmetên Dezgeha Rewange da, bi taybetî di warê piştgirîkirin û perwerdekirina ciwanan û alîkariya sektora perwerdeyê û pêşxistina şiyanên ciwanan. Rêzdar hêviya serkeftinê ji wan re xwest û her piştgiriyek ji bo berdewamî û serkeftina kar û projeyên wan dubare kir.
Ji aliyê xwe ve, tîma Dezgeha Rewange, spas û rûmeta xwe ji bo piştgirî û teşwîqkirina berdewam a Serok Nêçîrvan Barzanî ji bo kar û çalakiyên wan û xizmetkirina ciwanan û karên xêrxwaziyê anî ziman û tekez kirin ku bi hemû hêza xwe ve dê di beşên cûrbecûrê xizmetê bidomînin.