Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî tekez li ser gotarên nermiyê dike

2025-03-19T12:33:00.000000Z
Nûçe

Nîvro ya îro çarşema 19.03.2025 rêzdar Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya cenabê Dr. Şêx Madih Şêx Osman Neqşebendî yê Biyare Serpereştyarê Medrese û Xaneqayên (Tekkiyeyên) Hezretî Şêx Osman Sîraceddînê Biyare li Kurdistan û tevahiya cîhanê û şandeke pêre kir ku ji hejmarek mamosta û zanayên olî pêkhatibû.

Li hevdîtinê de Serok Nêçîrvan Barzanî, xweşhaliya xwe bi biryara vegerana wan ya Kurdistanê derbirî û hêviya serkeftinê ji bo wî xwest. Her wiha tekez li ser rola zanayên olî ya li belav kirin û pêşxistina kultûra nermî û netundiyê kir û eve bi peyameke girîng û xizmeteke mezin ya civakê bi nav kir. Hemû piştgîriyeke Herêma Kurdistanê û sazî û damezrandinên wê jî ji bo gotara nermiyê dûpat kir.

Li hevdîtinê de ku birêzan Piştîwan Sadiq Wezîrî Ewqaf û karunarên Olî û Umêd Xoşnaw Parêzgerê Hewlêrê amade bû, her du alî tekez li ser girîngiya pêşxistina nirx û bihayên pêkvejiyanê û hevdû qebûl kirin û lêborîna li nav pêkhatên cûda yên Herêma Kurdistanê da kir. Her li vî derbarî de rola mamostayên olî li pêşxistina gotara nermiyê û rûbirûbûna tundî û tundrewiyê da bi pêwîst û erênî nirxand.