Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî tekezî li ser serxistina pêvajoya yekgirtina Pêşmerge dike

2026-05-14T11:39:00.000000Z
Nûçe Gotar

Berî nîvroya îro pênçşemê 14.05.2026, bi amadebûna birêz Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê û Fermandeyê Giştî yê Hêzên Pêşmerge, merasîma derçûna xula 30emîn a pêgihandinê li Koleja Leşkerî ya Duyem li Zaxoyê birêve çû.

Di merasîmê de, ku wezîrê karûbarên Pêşmerge û hejmarek ji efserên pilebilind amade bûn, 359 efserên ciwan ên Herêma Kurdistanê piştî bidumahîanîna 9 mehên xwendina leşkerî, akademîk û pratîk, bawernameyên xwe wergirtin û tevlî rêzên wezareta karûbarên Pêşmerge bûn.

Di dawiya merasîmê de, Serok Nêçîrvan Barzanî gotarek pêşkêş kir; tê de tevî pîrozbahîkirina li derçûyan û malbatên wan, tîşk xist ser pêgeha yasayî û nîştimanî ya Pêşmerge, rewşa siyasî ya Iraqê û pêşhatên herêmê. Ev jî naveroka wê gotarê ye:

Derçûyên hêja!
Pêşmergeyên qehreman!
Amadebûyên xweşdivî!

Rojbaş,

Hûn hemû bi xêr hatin, serçavan, bo merasîmên derçûna xula 30emîn a pêgihandinê li Koleja Leşkerî ya Duyem li Zaxoyê. Ev dîmen cihê şanaziya me û hemû gelê Kurdistanê ye.

Gelek şabûm ku em îro bi hev re şahidê derçûna 359 efserên ciwan ên Herêma Kurdistanê ne. Wan piştî 9 mehan, xwendina xwe ya leşkerî, akademîk û pratîk bi dumahî anîn û êdî dê bibin beşek ji hêzên Wezareta Karûbarên Pêşmerge.

Cihê serbilindî û destxweşiyê ye ku piştî bidumahîanîna xwendina zanîngehê, hûn bi daxwaz û vîna xwe hatin nava rêzên xwendina leşkerî da ku bibin efserên Pêşmerge. Ev nîşana dilsozî û amadebûna we ye bo parastina Kurdistanê. Îro em hemû bi we serbilind in. Ji dil pîrozbahiyê li we û malbatên we dikim.

Derçûyên hêja!

Pêşmergetî erkêkî pîroz e û beşekî giring ê nasnameya nîştimanî ya Kurdistanê ye. Derçûna we ya îro, destpêka xizmeta we ya nû ye. Bawernameya we ne tenê destkefteke akademîk e, belkî peymaneke şerefê û sembola dilsoziya we ye bo welat.

Dîroka Pêşmerge tijî qehremanî û cangorî ye. Dema DAIŞê êrîş kir, Pêşmerge bûn ku bi serokatiya cenabê Serok Mesûd Barzanî, bi xwîn û canê xwe DAIŞ têk şikandin û nehêlan Kurdistan bikeve destê terorîstan. Ji ber wê yekê, Pêşmerge dê her wekî sembola berxwedanê û îlhama gelê me bimînin.

Di vê helkeftê de, ez careke din spasiya hêzên hevpeymaniya navdewletî bi serokatiya Amerîkayê dikim ku di şerê dijî DAIŞê de piştgiriya Pêşmerge kirin. Her wiha tekez li ser girîngiya hevahengiya navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê dikim, ji ber ku DAIŞ hîn jî metrsî ye li ser asayîşa welat.

Amadebûyên hêja,

Divê em bêjin ku pêvajoya yekgirtina hêzên Pêşmerge wekî pêwîst birêve naçe û ew pêşvebirina ku dihat hêvîkirin hîn çênebûye. Gelê Kurdistanê bi salan e li benda yekgirtina Pêşmerge ye. Dostên me yên navdewletî jî li benda îradeyeke siyasî ya bihêz in. Ez dubare dikim: Yekgirtina Pêşmerge pêdiviyeke çarenivîssaz e û divê serbikeve. Em li Serokatiya Herêmê û hikûmetê dê erkê xwe bikin da ku ev pêvajo serbikeve.

Pêşmerge beşek e ji sîstema bergiriya Iraqê. Ji ber wê yekê divê Iraq hemû erk û mafên yasayî û destûrî yên Pêşmerge dabîn bike. Pêşmerge ne metirsî ye, belkî parêzgerê welat e û ev yek di şerê azadiya Iraqê û şerê DAIŞê de bi zelalî selmandiye.

Amadebûyên hêja!

Devera me di rewşeke aloz de derbas dibe. Em tekez dikin ku em bi her awayî ligel çareseriyên aştiyane ne û naxwazin Iraq û Herêma Kurdistanê bibin beşek ji van aloziyan. Di vê çarçoveyê de, em bi geşbînî li benda karkirina ligel hikûmeta nû ya li Bexdayê û ligel serokwezîrê destnîşankirî birêz Elî Zeydî ne, li ser bingeha destûr û hevparîya nîştimanî.

Bextewarî û bihêziya Bexda û Hewlêrê bi hev re girêdayî ye. Karkirina li ser bingeha rêzgirtina dualî tenê rê ye bo avakirina Iraqeke bihêz.

Derçûyên xweşdivî!

Ji bîr nekin ku hûn her dem bervaniyê li dadperwerî û mirovahiyê bikin. Hûn Pêşmergeyên hemû Kurdistanê ne. Rola we ne tenê leşkerî ye, belkî divê hûn bibin mînakek ji bo parastina mafên hemû welatiyan û bicihbûna aştiyê. Ti carî nebin beşek ji hevrikiyên siyasî.

Di dawiyê de, ez spasiya mamosta û rêveberên Koleja Leşkerî ya Zaxoyê dikim bo dilsoziya wan. Silav bo giyanê pak ê şehîdên Kurdistanê û silav bo şehîdên zindî (birîndarên şer).

Careke din pîroz be û serkeftinê bo we dixwazim.

Kurdistan her ava be.

Zor spas.