Îro piştî nîvro, roja duşemê 15.06.2026an, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziyê li birêz Irfan Siddiq, Balyozê Brîtanyayê li Iraqê kir.
Di hevdîtinê de, peywendiyên Brîtanyayê ligel Iraq û Herêma Kurdistanê, rewşa siyasî ya Iraqê û pêkanîna hikûmeta federal hatin gotûbêjkirin. Her du aliyan tekez li ser girîngiya berdewamiya hevkarî û hevahengiya hêzên siyasî ya bi navê parastina ewlehî, aramî û serweriya welat de kirin.
Her du aliyan derbarê rewşa siyasî ya li Herêma Kurdistanê û hewlên ji bo derbaskirin û çareserkirina kêşeyên navxweyî de, danustandina bîr û ramanan kirin. Her wiha, berdewamiya diyalog û jihevfêmkirina Hewlêr û Bexdayê ji bo çareserkirina kêşeyên hêlawestî, wek pêdiviyekê zanîn.
Pêşketinên dawî yên herêmî û rewşa deverê, mijareke din a hevdîtinê bû. Di civînê de, her du aliyan kêfxweşiya xwe bi ragihandina rêkeftina navbera Amerîka û Îranê anîn ziman û hêvî xwestin ku ev bibe sedema pêkanîna aştî û aramiya mayînde li herêmê. Her wiha, wan tekez li ser girîngiya çareserkirina aştiyane ya kêşe û nakokiyan kir.
Birêz Konsulê Giştî yê Brîtanyayê li Herêma Kurdistanê jî di hevdîtinê de amade bû.