Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî û birêz El-Kazimî rewşa Iraqê û herêmê gotûbêj kirin

2026-05-25T11:10:00.000000Z
Nûçe PEYWENDIYÊN NAVXWEYÎ

Îro duşemê 25.05.2026an, birêz Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziyê li birêz Mistefa El-Kazimî, Serokwezîrê berê yê Iraqê kir.

Di hevdîtinekê de, wan rewşa Iraqê gotûbêj kir û tekez li ser giringiya piştgirîkirina pêvajoya siyasî, parastina aramiyê û berdewamiya diyaloga navbera aliyan de ji bo berjewendiya giştî ya welat kirin.

Bandorên rewşa giştî ya Rojhilata Navîn mijareke din a hevdîtinê bû. Tê de her du alî li ser pêwîstiya parastina aramiya herêmê hevnêrîn bûn.