Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî û birêz Îbrahîm Kalin civiyan

2026-11-11T19:39:00.000000Z
Nûçe PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ

Êvara îro çarşemê 11/11/2026, li çarçoveya karên Lûtkeya Avûhewayê (COP31) li Antalyayê, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, bi birêz Îbrahîm Kalin, Serokê Dezgeha Hewalgîriya Neteweyî ya Tirkiyeyê re civiya.

Di civînê de, têkiliyên Tirkiyeyê bi Iraq û Herêma Kurdistanê re û xurtkirina hevkarî û hevahengiya hevbeş, bi taybetî di warê parastina ewlehî û aramiyê de, her wiha girîngiya hevahengiya di navbera Enqere, Bexda û Hewlêrê de, gotûbêjkirin.

Di beşeke din a civînê de di derbarê rewşa herêmê, her du aliyan tekez li ser berdewamiya hevkariyê ji bo rûbirûbûna zehmetiyan û parastina aramî û seqamgîriyê kirin.