Piştînîvroya îro Înê 17/04/2026, birêz Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, di civînekê de li Antalyayê bi birêz Seîd Xetîbzade, cîgirê wezîrê derve yê Komara Îslamî ya Îranê re, rewşa navçeyê û encamên şer gotûbêj kirin.
Herdu aliyan tekezî li ser giringiya berdewamiya agirbest, diyalog û hevfêmkirinê ji bo rêgirtinê li ber dubarebûna şer û pêkanîna aştiyê û parastina aramî û tenahiyê li tevahiya Rojhilata Navîn, kir.
Peywendiyên Iraqê û Herêma Kurdistanê bi Komara Îslamî ya Îranê re, aliyekî din ê civînê bû. Di vê derbarê de, tekez li ser pêşxistina peywendiyan û hevkariya hevbeş hatekirin bi taybetî di wan waran de ên ku ji bo herdu aliyan giring in.