Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî û Fermandarê Hêzên Hevpeymanan Civiyan

2026-04-09T12:12:00.000000Z
Nûçe PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ

Îro pêncşemî 09.04.2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziyê li birêz General Kevin Lambert, Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyê, kir.

Di civînê de bal kişandin li ser geşedanên dawî yên ewlehiya li herêmê. Herdu aliyan tekez li ser girîngiya berdewamiya hemahengî û hevkariya di navbera Pêşmerge, artêş û hêzên ewlehiyê yên Iraqê û Hêzên Hevpeymanan kirin, bi taybetî di vê qonaxa hesas a herêmê de ji bo parastina aramî û rûbirûbûna kêşeyan.

Metirsiyên terorê û rûbirûbûna gefên DAIŞê, bandor û encamên şer li ser Iraq û herêmê, tevî çend mijarên din ên girîng û hevbeş, mijareke din a vê civînê bûn.