Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî û Kongresmanê Amerîkî Abraham Hamadeh rewşa herêmê gotûbêj dikin

2026-04-27T19:56:00.000000Z
Nûçe PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ

Êvara îro Duşemê 2026/4/27, birêz Nêçîrvan Barzanî، Serokê Herêma Kurdistanê, di peywendiyeke telefonî de bi birêz Abraham Hamadeh, endamê Kongresa Amerîkayê re, pêşhatên herî dawî yên rewşa Rojhilata Navîn gotûbêj kirin.

Herdu aliyan di derbarê bandor û encamên rewşê de, bi taybetî jî li ser Iraqê û Herêma Kurdistanê, nêrînên xwe parve kirin. Di vê derbarê de, wan tekez li ser giringiya berdewamiya piştgîriya Kongresê ji bo Iraqê û Herêma Kurdistanê di warên cuda de kir.

Rola Herêma Kurdistanê ya parastina aramî û tenahiyê, rewşa siyasî ya Iraqê û Herêma Kurdistanê, peywendiyên wan bi welatên cîran re û çend pirsên din ên ji herdu aliyan re girîng, beşek din ya peywendiyê bû.