Îro nîvro duşem 01.06.2026, birêz Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziyê li birêz Musenna el-Sameraî, Serokê Hevpeymaniya Ezm kir.
Di hevdîtinekê de, rewşa siyasî ya welat, girîngiya temamkirina hikûmetê û pirkirina wezaretan û hiştina çekan tenê di destê dewletê de hatin gotûbêjkirin. Di vê derbarê de, her du aliyan tekez li ser pêwîstiya hevkarî û hemahengiya aliyên siyasî kirin ku xizmeta berjewendiya giştî û aramiyê bike.
Têkiliyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de mijareke din a hevdîtinê bû. Tê de tekez li ser pêwîstiya çareserkirina kêşeyên hilawêstî bi rêya diyalog û li hevkirinê kirin, bi şêweyekî ku berjewendiya hemûyan û aramiya welat biparêze.
Geşedanên dawî yên herêmî û rewşa herêmê, mijareke din a hevdîtinê bû.