Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî û nûnerê serok Trump yê karûbarên Sûriyê, rewşa navçeyê gotûbêj kirin

2026-04-17T06:08:00.000000Z
Nûçe PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ

Îro Înê 17/04/2026, birêz Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, di çarçoveya bernameya xwe ya di Foruma Dîplomasiya Antalyayê de, bi birêz Tom Barrack, nûnerê taybet ê serok Trump yê karûbarên Sûriyê û balyozê Amerîkayê li Tirkiyeyê re civiya.

Di civînê de, peywendiyên Iraqê û Herêma Kurdistanê bi Amerîkayê re, pêşhatên herî dawî yên rewşa Sûriyê û rewşa Kurdan li wî welatî hatin gotûbêjkirin. Her wiha di derbarê pêşhatên Rojhilata Navîn û encamên şer de li ser ewlehiya navçeyê, dîtin û nerînên xwe li hev parve kirin.

Herdu alî di derbarê bandora şer ya li ser Iraqê û Herêma Kurdistanê de axivîn, her wiha tekezî li ser giringiya harîkarî û xebata berdewam kirin ji bo pêkanîna aştiyê û parastina aramî û tenahiyê li navçeyê.

Hin pirsên din ên ji herdu aliyan re girîng, aliyekî din ê civînê bû.