Piştîvroya îro Înê 17/04/2026, birêz Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, di berdewamiya bernameya xwe ya Foruma Dîplomasiya Antalyayê de, bi birêz Luigi Di Maio, nûnerê taybet ê Yekîtiya Ewropayê yê Karûbarên Rojhilata Navîn re civiya.
Di civînê de, pêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê bi welatên Yekîtiya Ewropayê re hate gotûbêjkirin. Herdu aliyan tekezî li ser giringiya harîkarî û karê berdewam kirin ji bo pêkanîna aramî û tenahiyê û bihêzkirina hevkarîyên aborî û siyasî.
Pêşhatên herî dawî yên rewşa Rojhilata Navîn û encamên şer û alozîyan aliyekî din ê civînê bû. Di vê derbarê de, tekezî li ser giringiya parastina aramiyê û serkeftina hewlên dîplomasî ji bo çareserkirina pirsgirêkan û dûrxistina navçeyê ji aloziyên zêdetir, hate kirin.