Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî û Şandeke Kongreya Amerîkayê Civiyan.

2026-02-14T11:40:00.000000Z
Nûçe PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ

Berî nîvroya îro Şemî 14.02.2026 di berdewamiya hevdîtinên xwe de li Konferansa Asayîşê ya Mûnîhê, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, digel birêz Lindsey Graham, Senatorê Amerîkî û şandeke pê re ku ji hejmarek endamên Kongreyê pêk dihat, civiya.

Di civînê de, peywendiyên Amerîkayê digel Iraq û Herêma Kurdistanê û pêşxistina hevkariya hevbeş di navbera wan de hatin gotûbêjkirin. Serok Nêçîrvan Barzanî spasî û rûmeta Herêma Kurdistanê ji bo piştgiriyên berdewam ên Amerîkayê û Kongreyê ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê dûpat kir.

Şanda Kongreya Amerîkayê tekez li ser girîngiya pêgeha Herêma Kurdistanê wek faktoreke ewlehiyê li herêmê kir û piştgiriya xwe ji bo Iraqê û parastina kiyan û qewareya Herêma Kurdistanê û çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê û parastina aramî û ewlehiya welat nîşan da.

Rewşa Sûriyeyê û Kurd li wî welatî mijareke din a civînê bû, tê de Serok Nêçîrvan Barzanî û şanda Kongreya Amerîkayê tekez li ser parastina mafên Kurdan û pêkhateyan di niha û destûra paşerojê ya Sûriyeya yekgirtî de kirin.

Pêşhatên dawî yên ewlehiyê û metirsiyên terorê, mijareke din a civînê bû.