Piştî nîvroya îro, şemiya 18.04.2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, li Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê, ligel birêz Ehmed Ebûlxeyt, Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî, civiya.
Di civînê de, geşedanên dawî yên rewşa siyasî û ewlehî ya Iraqê û herêmê, û peywendiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê ligel welatên Erebî, hatin gotûbêjkirin.
Her du aliyan tekez li ser girîngiya parastina ewlehiyê û xebata hevbeş ji bo rêgirîkirina li ber zêdebûna aloziyan li Rojhilata Navîn kirin.
Bandor û encamên şer li ser welatên herêmê, mijareke din a civînê bû.