Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî û Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî tekez li ser girîngiya aştiyê kirin

2026-11-11T13:24:00.000000Z
Nûçe PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ

Îro Çarşem, 11/11/2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, li çarçoveya Lûtkeya Avûhewayê li bajarê Antalyaya Tirkiyeyê, ligel birêz Antonio Guterres, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî, çend mijarên girîngiya hevbeş gotûbêj kirin.

Di gotûbêjên hevdîtinê de, behsa rewşa giştî ya Iraq û Herêma Kurdistanê û peywendiyên Hewlêr - Bexdayê kirin, her wiha di derbarê aloziyên herêmê de, danustandina bîr û ramanan kirin.

Her du aliyan tekez li ser girîngiya parastina aramî û ewlehiya herêmê û çareserkirina aştiyane ya pirsgirêk û nakokiyan kirin.