Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî û Serok Elşer'e rewşa herêmê gotûbêj kirin

2026-11-11T12:30:00.000000Z
Nûçe PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ

Îro Çarşem 11/11/2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê û birêz Ehmed Elşer'e, Serokê Komara Erebî ya Sûriyeyê, li çarçoveya Lûtkeya Avûhewayê li Antalyaya Tirkiyeyê, civînek pêk anîn.

Tê de, têkiliyên Sûriyeyê ligel Iraq û Herêma Kurdistanê, pêşxistin û berfirehkirina warên hevkarî û hevahengiyê, bi awayekî ku di xizmeta berjewendiyên hevbeş de be, hatin gotûbêjkirin.

Derbarê rewşa herêmê de, her du aliyan tekez li ser girîngiya diyalog û rêya aştiyane û dîplomatîk ji bo çareserkirina pirsgirêk û aloziyan kirin.

Rewşa Kurdan li Sûriyeyê mijareke din a civînê bû. Tê de Serok Nêçîrvan Barzanî tekez li ser girîngiya parastina mafên Kurdan û misogerkirina wan di destûra Sûriyeyê de kir. Cenabê wan her wiha hêvî xwest ku Serok Elşer'e di pêşerojeke nêzîk de serdana Bexda û Hewlêrê bike.

Çend pirsên din ên cihê girîng û hevbeş, mijareke din a civînê bûn.