Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî û Serok Erdoğan civiyan

2026-04-18T14:55:00.000000Z
Nûçe PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ

Êvara îro Şemî 18/04/2026, her di berdewamiya bernameya xwe de li Foruma Dîplomasiya Antalyayê, birêz Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, bi birêz Recep Tayyip Erdoğan, Serokomarê Tirkiyeyê re civiya.

Di civînê de, gotûbêjeke fereh li dor bihêzkirina hevkariya Tirkiyeyê bi Iraqê û Herêma Kurdistanê re kirin û li ser rewşa navçeyê، nêrînên xwe li hev guhartin. Herdu aliyan tekez li pêgîriya xwe ya hevbeş ya ji bo pêşêxistina geşepêdanê û parastina aramî û tenahiyê li navçeyê kirin.

Di beşeke din a hevdîtinê de, tekez li ferehkirina asoyên hevkariya hevbeş ya di warên cuda de hate kirin û herdu aliyan dîsa gotin ku diyalog riya herî dirust ya çareserkirina qeyranan û parastina berjewendiyên hevbeş e.

Ji aliyê xwe ve Serok Nêçîrvan Barzanî spasiya Serok Erdoğan kir ji bo serkirdayetî û hewlên wî yên berdewam yên ji bona aramkirina aloziyan û parastina ewlehî û tenahîya navçeyê.

Hin mijarên din ên ji herdu aliyan re girîng, beşeke din a civînê bû.