2026-11-11T15:13:00.000000Z
Îro Çarşem 11/11/2026, li çarçoveya karên Lûtkeya Avûhewayê li Antalyayê (COP31), rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, bi xanima Ursula von der Leyen, Seroka Komîsyona Ewropayê re hevdîtinek pêk anî.
Di hevdîtinê de, peywendiyên Yekîtiya Ewropayê bi Iraq û Herêma Kurdistanê re, hevkariya hevbeş di warên cuda de, bi taybetî di warê rûbirûbûna guherîna avûhewayê û jîngehê de, gotûbêj kirin.
Her wiha behsa rewşa siyasî û ewlehiyê ya herêmê kirin û her du aliyan tekez li ser girîngiya parastina aramî û seqamgîriyê kirin.