Her di berdewamiya hevdîtinên xwe yên li Bexdayê de, nîvroya îro sêşemê 05.05.2026, birêz Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê û şanda pê re, bi birêz Ebdulhusên Elmûsewî, Serokê Hevpeymaniya (Nehc) a Nîştimanî û endamên serokatî û parlementerên wan re civiyan.
Di civînê de, rêzdarên ji Hevpeymaniya (Nehc) a Nîştimanî şabûna xwe ji bo serdanê diyar kirin û behsa pêvajoya siyasî ya Iraqê û pêşvebirina giyanê tebayî û harîkariya navbera aliyên siyasî û pêkhateyan hate kirin wek bingehê çareserkirina probleman û parastina aramî û tenahiya welat.
Herdu aliyan tekez kir ku serkeftina pêvajoya siyasî li Iraqê girêdayî hevfêmkirin, bihevrebûn, harîkarî, hevparîya rastîn û beşdariya bi bandor a her kesî ye di pêvajoya siyasî û biryarên nîştimanî de.