Nîvroya îro Înê 17/04/2026, birêz Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, di çarçoveya beşdariya xwe ya di Foruma Dîplomasiya Antalyayê de, bi birêz Ehmed El-Şara, Serokê Komara Erebî ya Sûriyê re civiya.
Di civînê de, pêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê bi Sûriyê re, bi taybetî jî di warên aborî û bazirganiyê de, her wiha pêşhatên herî dawî yên navçeyê û encamên şer hatin gotûbêjkirin. Herdu alî li ser pêwîstiya hevkariya navçeyî ji bo rêgirtinê li ber gefên li ser aramî û tenahiyê, hevnerîn bûn.
Rewşa Sûriyê, Kurd û pêkhateyên din li Sûriyê aliyekî din ê civînê bû. Di vê derbarê de, Serok Nêçîrvan Barzanî spasiya Serok El-Şara û hikûmeta Sûriyê kir ji bo gav û hewlên çareserkirina kêşeyan û lihevhatina bi Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD)ê re.
Ji aliyê xwe ve, Serok El-Şara spasiya hewildan û rola Serok Nêçîrvan Barzanî û serkirdayetiya Herêma Kurdistanê kir ji bo peroşî, hevkarî û piştgiriya wan ya ji bona aştiyê û çareserkirina pirsgirêkan.
Çend pirsên din ên ji herdu aliyan re girîng, aliyek din ê civînê bû.