Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Sudanî rewşa Iraq û Kurdistanê gotûbêj kirin

2024-11-13T09:16:00.000000Z
Nûçe PEYWENDIYÊN NAVXWEYÎ

Îro danê sibê 13.11.2024ê li bajarê Hewlêrê, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Serokwezîrê Iraqa Federal birêz Mihemed Şîya Sûdanî kir.

Di civînekê da encamên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê, pêngavên pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, peywendiyên Bexda û Hewlêrê û rewşa welat û pêşhatên dawî yên li Herêmê gotûbêjkirin.

Birêz Serokwezîr Sudanî pîrozbahiyê li Herêma Kurdistanê kir ji ber serkeftina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê û beşdariya berfireh ya welatiyên Herêma Kurdistanê di proseya hilbijartinan da bilind nirxand û got ku, ev yek jî nîşana hişyariya siyasî ya gelê Kurdistanê û pêdagirbûna wan ya bi proseya demokrasiyê ye.

Her du aliyan tekez li ser bihêzkirina mekanîzmayên hevahengiya hevbeş û pêwîstiya çareserkirina kêşeyên hevbeş yên di navbera Hewlêr û Bexdayê da bi rêya diyaloga avaker û pêdagirbûna bi destûra bingehîn a Iraqê kirin. Her wiha li ser girîngiya berdewamiya diyalogê ji bo xurtkirina hevkariyê û pêşxistina peywendiyên di navbera xwe da hevfikir bûn.

Ji aliyê xwe ve Serok Nêçîrvan Barzanî piştevaniya Serokwezîr Sûdanî û aliyên pêwendîdar yên Iraqê ji bo serkeftina hilbijartinan bilind nirxand û tekez li ser bihêztirkirina hevkariyên di navbera Hewlêr û Bexdayê di qonaxa bê da kir.

Pêşhatên Rojhilata Navîn û bandora wan ya li ser Iraqê, di civînê da hatin gotûbêjkirin û di vê derbarê da her du alî tekez li ser dûrxistina welat ji encamên kêşeyên herêmî û hevkariyên hevbeş yên ji bo parastina ewlekarî û aramiyê kirin.

Peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê bi welatên cîran û navçeyê ra û çawaniya pêşxistina wan peywendiyan mijarên din yên vê civînê bûn.