Her li çarçoveya karên Lûtkeya Avûhewayê li bajarê Antalyaya Tirkiyeyê, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê ligel birêz Nîkol Paşînyan, Serokwezîrê Ermenistanê hevdîtinek pêk anî.
Di hevdîtinê de, têkiliyên Ermenistanê ligel Iraq û Herêma Kurdistanê, berfirehkirina warên hevkarî û hevrêziya hevbeş di warên cuda de, hatin gotûbêjkirin.
Herdu aliyan di derbarê pêşhatên herêmê de danustandina bîr û ramanan kirin û tekez li ser girîngiya zêdekirina hewldanên ji bo çareserkirina pirsgirêk û aloziyan bi awayekî aştîyane û dîplomatîk bo parastina ewlehî û aramiya li herêmê kirin.